Ji ber ku li salona kongreyê alaya Sûriyeyê hatiye danîn mûxalifên rêvebiriya Sûriyeyê neçûna salonê û kongre dereng dest pê kiriye.
Ji ber ku li salona kongreyê alaya Sûriyeyê hatiye danîn mûxalifên rêvebiriya Sûriyeyê neçûna salonê û kongre dereng dest pê kiriye.
Reutersê da zanîn ku ji ber danîna alaya hikûmeta Sûriyeyê nas dike mûxalif beşdarî kongreyê nebûne.
Alaya ku hikûmeta Sûriyeyê bi kar dihîne ji sê xetên sor, spî û reş pêk tê û du stêrk li ser xeta spî ne. Alaya ku mûxalefet qebûl dike, sê stçrk li ser hene. Xetên herdu alayan wek hev in.
Li gor agahiyên ajansên nûçeyan ragihandîn zêdetirî 1500 delegeyan beşdarî civînê bûne.
Yek ji partiyên bihêz ên Sûriyeyê PYD(Partiya Yekîtîya Demokratîk) ji ber operasyonên Tirkiye li Efrînê dike beşdarî civînê nebû.
Sputnikê di nûçeya xwe de ragihand ku bi tenê pêkhateyên Sûriyeyê dê beşdarî civînê bibin. Aliyên sî dê bi ti awayî beşdarî civînê nebin.
Ajansa Anadilûyê ragihand ku mûxalifên Sûriyeyê beşdarî kongreyê nebûne û xwestine Tirkiye wan temsîl bike.
Cihgirê misteşarê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyyê, Sedat Onal li ser navê Tirkiyeyê di civînê de cih digire.
Serokê Dewleytê yê Sûriyeyê Vladimîr Putîn, cihgirê wezîrê karên derve yê Îranê, Huseyîn Cabirî Ensarî, nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî(NY) Staffan De Mistura jî di civîna kongreyê de ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin