Îro ber bi sibeyê ve balefirên şer ên Tirkiyê careke din gundên binarê Qendîlê bombebaran kirin.
Encûmena gundê Ebubekirê ya ser bi nahyeya Sengeserê ya qeza Qeladizê Mûsa ragehand ku îro 29.01.2018ê demjimêr 02:00ê ber bi sibeyê ve, balefirên şer ên Tirkiyê careke din bombebarana gundên binarê Qendîlê kirin û bombebaran yek demjimêr berdewam kir.’’
Herwaha got: ‘’Ji ber bombebaranê ziyaneke mezin li rez û baxên rûniştvanên navçeyê re çêbû û dibistana gund jî ber bombebaranê ketiye.’’
Mûsa Elî got, bombebaranê ti ziyanek giyanî li gel xwe ne anî, tenê ziyan gehan elektrîka niştimanî û çend stûnek ketin û elektrîka niştimanî ya gundên Ebubekir, Wertê û Qeletûkan qutbûye.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin