Îran soz daye dawî li kolberiya ser sînoran bihêne

Iran sozan dide lê bicîh nayêne
کوردستان TV
100%

Cîgirê parêzgarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, li gorî pilana Hikûmeta Îranê, wê kolberî li sînorên Kurdistanê bidawî bê.

Li gorî ajansa Mihr ya Îranî, cîgirî parêzgarê Kurdistan (Sine) Hisên Feyrûzî gotiye: "Hikûmeta Îranê pilanek îmze kiriye, ku sê navçeyên bazirganî le Sewlawa, Xan Şêxan û Seyranbend veke û hersê navçe jî wê li jêr çavdêriya idareya gumrika parêzgeha Sine bin".

Herweha Hisên Feyrûzî gotiye: "JI niha û pêve, wê hemû bihevguhertinên bazirganî yên nefermî bên rêxistin û navên xelkê wan bajarên sînorî wê bên tomarkirin û ew kesên bi dûriya 20 kîlometran jî, ji cihê wan navçeyên baziragnî dûrin û karên xwe li wan navçeyan dikin, wê Hikûmet bi qasî 500 hezar Timenên Îranê bacê ji ser wan kêm bike".

Ev yek di demekê de ye ku piraniya akinciyên navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê, bi riya kolberiyê debara jiyana xwe dikin û salane hejmarek mezin ji wan bi gulleyên hêzên emnî yên Îranê tên kuştin yan birîndar dibin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.