Heta niha şer û pevçûn neqewmiye.
Rojnameya Bexda Alyûm belav kir ku Fermandarekî hêzên pêşmerge ji re ragihandiye ku piştî hatina hijmareke çekdarên Îraqê bo devera Şiwan ya li Başûrê Kerkûkê, hêzên pêşmerge jî lêv û tevgerên xwe zêde kirine û ketine amadebaşiyê.
Li gor vê nûçeya ha new Fermandarê hêzên pêşmerge diyar kiriye ku piştî hatina çekdarên artêşa Îraqê bo nêzî nahiyeya Şiwan ya li Başûrê Kerkûkê, Fermandariya giştî ya hêzên pêşmerge jî daxwaz ji tevahiya pêşmergeyan kiriye daku vegerin nava refên yekîneyên xwe û bikevin amadebaşiyê.
Heman jêderî diyar kiriye ku her çend pêşmerge jî dest bi lêv û tevgeran kiriye lê heta niha di navbera hêzên pêşmerge û ew çekdarênhan de ti pevçûnek neqewmiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin