Li Afxanistanê bi sedan kes bûne qurbanî

taliban berpirsiyartiya teqînê xiste stuya xwe
کوردستان TV
100%

Li herêma nêzîkî saziyên hikûmî û konsulxaneyên biyanî yên li paytexta Afxanistanê bi wesayîta bombebarkirî êriş pêk anîn. Hate ragihandin ku di encama teqînê de bi 100an mirî û birîndar hene.

Wezareta Tenduristiyê ya Afxanistanê ragihand ku di encama êrişê de 40 kesan canê xwe ji dest dane û 140 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Afxanistanê Nesret Rehmanî diyar kir ku êrîşkar ji bo ku xwe bigihîne armanca xwe, bombe di nav ambulansekê de anîne cihê bûyerê.

Li devera ku êrîş hate kirin, nûnertiyên gelek welatên cîhanê hene.

Rêxistina Talîbanê berbirsyariya êrişî ragihand.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.