Li gundê Mabeta 7 kes ji yek malbatê şehîd bûn

jiber topbaran û bordimanên Tirkiyeyê şehîd bûne
کوردستان TV
100%

 

Di encama êrîşa firokeyên şer li ser navçeya Mabeta, 7 welatiyên sivîl şehînd bûn, termên 3 welatiyan hîna di bin avahiyên rûxandî de mane.

Çalakvanên ji gundê Mabeta raghandin, şeva bûrî firokeyên Tirkiyê navçeya Mabeta bombebaran kir, di encamê de 7 welatiyên ji yek malbatêtê şehîd bûn û ta niha termên 3 welatiyan di bin avahiya rûxandî de ne.

Çalakvanan diyar kirin, ew malbat ji gundê Qerah yê ser bi bajarê Babê ne û berî demekê koçberî navçeya Mabeta kiribûn.

Roja 20ê vê mehê Tirkiyê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê "Şaxa Zeytûnê" bi fermî ragihand. Operasyon ji bilî beşdarbûna tan, topxane, zirîpoş û hêzên esmanî yên wî welatî, bi hezar çekdarên mîlîşyayên opozîsyona Sûriyê  bi rê ve diçe.

Îro jî HSDê di daxuyaniyekê de amarên qurbaniyên heft rojên operasyona li dijî Efrînê belav kiribû, ku ta niha 59 welatî û 43 şervan şehîd bûn û 134 welatiyên din jî birîndar bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.