Fermandarekî YPGê jî red kir, ku wan bajarên Kilîs û Rihanlî yên li aliyê Tirkiyê topbaran kiribin û tekez kir, artêşa Tirkiyê hata niha nekariya ti pêşketinekê li Efrînê bike.
Fermandarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê ragihand, hêzên HSD, YPG û YPJ di roja heftemîn a operasyona li dijî Efrînê berxwe didin.
Brûsk Heseke red kir ku ji aliyê wan ve top û mûşek berve her du bajaran Kilîs û Rihanliyê hatibin avêtin û got, ku ew hêzek in li hember terorê şer dikin. Tirkiye bi riya artêş û îstixbarata xwe welatiyên xwe yên sivîl armanc bigire, da ku bibêje YPG û HSD sivîlan dike armanc. Tekez kir jî, ew Hatay û Kilîsê armanc nagirin û dê armanc jî negirin.
Brûsk Heseke da zanîn, artêşa Tirkiyê di heyama van heft rojan de bi sedan lêdanên esmanî li ser Herêma Efrînê de pêk anîn. Herwiha da zanîn jî Tirkiyê ne tenê Efrînê armanc digire û êrîşî ji Dêrik, Qamişlo, Serê Kaniyê û ta bi Kobanî dike.
Derbarê windabûna 3 leşkerên Trikiyê de, Fermandarê YPGê li Efrînê aşkere kir, ti agahiyên wan li ser wan 3 leşkeran nîn in û ti leşkerên Tirk wek dîl di destê wan nîn in. Got jî, gelek termên çekdarên opozîsyonê li ser erdê hene, lê ji ber rewşa şer ew nikarin kom bikin.
Herwiha got jî, artêşa Tirkiyê bi topbaran û bombebarana xwe berdewam e. duh çekdarên opozîsyonê êrîşî gundê Bircikê Silêmên a navçeya Şêrewa kir, lê ew êrîş hate şikandin. Îro careke din jî Cindirês da ber topan.
Ji aliyê xwe ve, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di roja heftemîn a operasyona atrêşa Tirkiyê li ser Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand, 59 welatî û 43 şervan şehîd bûn û 134 welatiyên din jî birîndar bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin