Tillerson wezareta derve ya Tirkiyeyê direwand

Amerîka dibêje wezareta derve ya Tirkiyeyê direwan dike
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson diyar kir ku derbarê Sûriyê ti pêşniyaz ji hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoğlu re negotine.

Tillerson berî li Davosê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçirvan Barzanî re kom bibe, pirsên rojnamevanan bersivandin.

Ser pirsa ‘’Te ji wezîrê derve yê Tirkiyê re ser herêma ewle ya li Sûriyê ti pêşniyaz kirin?’ Tillerson da zanîn ku wî ti pêşniyaz nekiriye û got: Me ser gelek alternatîfan danûstandin gir, lê me ti pêşnîyaz nekir.

Çavuşoğlu, piştî civîna li Parîsê gotibû ku Tillerson çêkirina herêmeke ewle ya li bakurê Sûriyê pêşniyaz kiriye.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.