Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel cîgira serokwezîrê Swêdê Isabella Lovin civiya.
Di civînê de serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hisên û berpirsê fermangeha pêwendiyên derve Felah Mistefa jî amade bûn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya gel û Hikûmeta Swêdê kir li ser hevkarî û piştevaniya wan a ji Herêma Kurdistanê re û diyar kir ku ew bihêvî ne ew hevkarî û piştevanî berdewam bin û bên pêşxistin.
Nêçîrvan Barzanî pêşhatên dawîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de û dawî serdana wî ji bo Bexdayê, li gel cîgira serokwezîrê Swêdê gotûbêj kir û tekezî li ser çarekirina pirsgirêkan bi riya diyalogê û li gorî destûra Iraqê kir.
Herweha behsa rewşa penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê kir, ku bandor li ser rewşa abûrî ya Herêma Kurdistanê kiriye.
Ji aliyê xwe ve cîgira serokwezîrê Swêdê Isabella Lovin, silav û rêzên serokwezîrê Swêdê gehande Nêçîrvan Barzanî û tekez kir, ku welatê wam piştevaniya helwesta Herêma Kurdistan dike ji bo çarekirina pirsgirêkan li gel Hikûmeta Iraqê bi awayekî aştiyane û bi rêya diyalogê û diyar kir, ku welatê wan piştevaniya mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike.
Isabella Lovin bal kişand ser tevgera welatê xwe ya di Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa de, ji bo bi serxistina diyalogê û çareseriya aştiyane di pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de. Herweha zelal kir ku hêzên Swêdî wê li ser rahênana hêzên Pêşmerge û geşkirina mirovî berdewam bin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin