Tirkiye dixwaze li Sûriyê şerê navxweyî derxîne

Tirkiye dixwaze şerê navxweyî li Sûriyeyê çê bike
کوردستان TV
100%

Li ser rewşa Efrînê Hevserokê Kantona Cizîrê û Serokê Eşîreta Şemeran li Sûriyê Himêdî Deham got: “Êrîşa Efrînê ne tenê bo ser Kurdan e. Tirkiye, dixwaze li Sûriyê şerê navxweyî derxîne.”

Li ser êrîşên artêşa Tirkiyê û grûbên girêdayî wê bo ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê Hevserokê Kantona Cizîrê Himêdî Deham ji Arti Gerçekê re axifî û da zanîn ku Sûriye bûye hedefa hêzên navdewletî.

Himêdî Deham diyar kir ku gelên Sûriyê li hember komployeke mezin rûbirû ye û got: “Em hêvî dikin ku cîranê me yê sînorî Tirkiye guh bide banga gelên vê derê. Xelkê ku li vir dijîn gelên Sûriyê ne. Sûriye di nav pêvajoyeke siyasî de bû. Ji ber vê yekê welatên derve destwerdan kirin û xwestin krîz li gor berjewendiyên xwe kûr bikin.”

Deham li ser êrîşên hêzên çekdarî yên Tirkiyê yên li dijî Efrînê destnîşan kir: “Tirkiye vê operasyonê tenê li dijî Kurdan nake. Tirkiye dixwaze li Sûriyê şerekî navxweyî derbixe. Eger Kurdan bixwesta li Sûriyê tenê ji bo Kurdan projeyek çêbikin, Tirkiye dê ev êrîş nekira. Armanca êrîşan gelên Sûriyê ne. Gelên li vê derê hemû bi hev re hewl didin li herêmê zemîna aştiyê dabîn bikin.”

Himêdî Deham herwiha amaje bi wê yekê kir ku li herêmê PKK tine ye û got: “Kurd tenê li vê herêmê najîn, li gel Kurdan çendîn gel hene li herêmê. Ji bo ku pirsgirêka koçberan hinekî din jî mezin nebe, divê tedbîr were standin.”

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.