Mesrûr Barzanî û Christopher Langman civiyan.
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Austiraliyayê yê li Bexdayê Christopher Langman kir.
Di civînê de her du alî tekez li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Austiraliyayê kir û balyozê Austiraliyayê piştgîriya welatê xwe bo Kurdistaneke pêşkeftî û yekgirtî diyar kir.
Derbarê danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Christopher Langman kêfxweşiya xwe li hember berûpêş ve çûna danûstandinên navber Hewlêr û Bexdayê diyar kir û piştgîriya welatê xwe jî bo mafên destûrî yên Kurdistanê diyar kir.
Langman di berdewamiya axaftinên xwe de hêviya vê yekê jî xwest ku hilbijartinên Îraq û Kurdistanê bi awayekî serkeftî werin kirin û bibin destpêka qonaxeke nû ji bo çareser kirina tevahiya kêşeyên heyî.
Di beşeke din ya vê civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku lazime bilez hewl were dayîn daku rewşa Îraqê bi awayekî were normalkirin daku tevahiya pêkhateyan hest bi dilniyayî bikin û di nava rewşeke aram û normal de beşdariya hilbijartinan bikin.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Xwestek û daxwaza Kurdistanê cîhbicîh kirina tevahiya destûra bingehîn ya Îraqê bi taybetî madeya 140 e.
Derbarê şerê dijî terorê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku hîn jî metirsiya terorê li deverê de maye û Kurdistan jî di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de, ji bo ji nav birina wan metirsiyan berdewam dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin