Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku Tirkiye li hemberî kurdan bi şêweyekî 'durûtî' tevdigere û got, li Tirkiyeyê rê li ber mafên wan digire û li Iraqê jî piştevaniya wan kir.
Li gorî nûçeya malpera NRTyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna xwe ya li gel şandeke rojnamegerên Kuweytê de axivî û di warê dayîna mafên kurdan de Tirkiye wekî ‘durûtî' bin av kir.
Ebadî got, "Tirk li hemberî kurdan bi awayekî durû tevgeriyan, li Iraqê jî li derveyî hikûmeta navendî bi wan re peywendî danîn û piştevaniya wan dikir. Li Tirkiyeyê pêşî li mafên kurdan digirt lê dema hest bi referandûmê kir kete nav metirsiyê û berê xw eda Bexdayê."
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku ev nayê wê wateyê ku hikûmet wê li hemberî kurdan xwedî helwesteke xerab be û anî ziman ku kurd li Iraqê xwediyê mafê hemwelatiyê ye.
Heyder Ebadî herwisa behsa metirsiya Tirkiyeyê ya ji ber hebûna PKKê ya li Iraqê kir û got, Bexda nahêle ku Iraq bibe pêgeha êrîşên li dijî Tirkiyeyê. Ebadî hebûna leşkerên tirk ên li Iraqê jî wekî ‘hebûneke sembolîk' bi nav kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin