Qesra Sipî Tirkiyê bo Efrînê hişyar dike

Qesra Spî bo cara yekem helwesta xwe diyar kir
کوردستان TV
100%

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders di preskonferansekê de bang li Tirkîyê kir ku xwe ragire.

Sanders diyar kir ku operasyona Efrînê dê kêşeya mirovahî ya li wê herêmê kûrtir bike û îstiqrara wir jî xirab bike ji ber vê çendê em bang li Tirkiyê dikin ku him bo gotinan him jî bo operasayonan xwe ragire’’

Sanders da zanîn ku divê dem û berfirehiya operasyonê kin û teng be û ti zarar negêhije sîvîlan.

Berdevka Qesra Sipî diyar kir ku operasyona Tirkiyê bala li ser têkbirina terorîstên DIŞIê dişikîne û dibe ku El-Qayde û DIŞI bi vê operasyonê re ji xwe re cîh û war çêkin.

Sanders da zanîn ku wan hay ji fikarên Tirkiyê yên ser ewlekariyê heye û ew naxwazin ku rejîma Şamê ya ‘’zorbaz’’ jinûve vegere Efrînê.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.