Fraksiyonên Kurdistanî êrîşa li ser Efrînê şermezar dikin

Firakisyonên Kurdistanî operasiyona Efrînê mehkûm kirin
کوردستان TV
100%

Fraksiyonên Kurdistanî yên di parlemantoya Iraqê de êrîşa li ser Efrînê şermezar dikin û daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî û welatên navçê kirin, rola xwe bigirin ji bo aramkirina rewşê û rawestandina şerê li ser Efrînê.

Di civîneke rojnamevanî de, Fraksiyonên Kurdistanî yên di parlemantoya Iraqê de ragihand, gelek bi tundî wê êrîşa hovane ya artêşa Tirkiyê li ser Efrîn û navçeyên derdora wê şermezar dikin, daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî û welatên navçê dikin rola xwe bigirin ji bo aramkirina rewşê û metirsiyên li ser Efrînê, ji ber ku têkdana ewlehî û aramiya Rojavayê Kurdistanê dibe sedema têkçûna rewşa tevahiya navçê.”

Fraksiyonên Kurdistanî daxwaz ji Tirkiyê dikin, bi siyaseta xwe ve biçe û her pirsgirêk û giriftekê bi riya danûstandina ligel hêzên li Rpjavayê Kurdistanê çareser bike, ku wê hêzê qorbaniyên mezin di şerê li dijî DIŞIê de dane.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.