Zextên rejîma Îranê li dijî welatiyên Kurd didomin

heta niha herî kêm 200 welatî hatine girtin
کوردستان TV
100%

Heta niha zêdetir ji 200 welatiyên Kurd hatine girtin.

Di xwenîşandanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de, 200 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin û heft kes ji wan jin in.

Navenda Hengaw ya Mafên Mirovan, nasnameya heft girtiyên xwenîşandanên Îranê belav kiriye, ku jin in û xelkê bajarên Kirmaşan, Îlam û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê ne û heya niha çarenivîsa şeşan ji wan nediyar e.

Li gel destpêkirina xwenîşandanan li dijî desthelata Îranê û gendeliyê, bêtirî pênc hezar kes hatine girtin û bîst û pênc kes jî ji aliyê hêzên Îranî ve hatine kuştin ku sê ji wan Kurd in.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.