Şandeyeka Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja şemiyê 20.01.2018, bi endametiya Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û Fuad Hisên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê pêkhatibû, serdana Bexdayê kir û digel Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqa Federal civiya û pêşhatên siyasî û emnî yên deverê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Îraqa Federal gotûbj kirin.
Her du alîyan, pêşveçûnên dawiyê yên danûstandinên navbera şandeyên Hewlêr û Bexdayê li ser pirsa miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê, deriyên ser tixûban û balefirxaneyan nirxandin û tekîd li ser berdewamiya wan civîn û dîdaran ku, bi zûtirîn dem rêkarên hinartina miaşê miaşgirêna Herêma Kurdistanê û vekirina balefirxaneyan timam bibin, kir.
Di civînê de çend pirsên peywendîdar bi warê neftê û pabendbûna bi destûra Îraqê hatin gotûbêj kirin.
Piştî civîna bi Serokwezîrê Îraqa Federal re, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya balaya pê re ber bi Tarana paytexta Komara Îslamiya Îranê bi rê ketin.
Şandeya balaya Herêma Kurdistanê li ser vexwandina fermî ya Komara Îslamiya Îranê ye û dê digel mezine berpirsên wî welatî civînan pêkbînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin