Dozgeriya Amedê ji bo Hevseroka KCDê lêpirsîna Efrînê da destpêkirin

doz li hember vê hat vekirin
کوردستان TV
100%

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê derbarê Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de, bi hinceta daxuyaniyên li ser operasyona Efrînê lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Amedê bi hinceta ku Hevseroka KCDê Leyla Guven di daxuyaniyên xwe yên derbarê operasyona Efrînê de, 'kîndarî û dijmanatî xistiye nav gel' lêpirsîn da destpêkirin.

Daxuyaniya çapemeniyê ya li Amedê ku rêveberên KCD û HDPê xwestin li ber avahiya HDPê bixwînin ji aliyê polîsan ve hatibû astengkirin.

Serdozgeriyê bi hinceta ku Hevseroka KCDê Leyla Guven bang li gel kiriye ji bo Efrînê derkevin kolanan û bûye sedema 'kîn û dijminatiyê' lêpirsîn da destpêkirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.