Kompanya Genel Energy ragihand, li gor analîzeke nû ku ji aliyê Kompanya Rawêjkarî RPS Energy ve li ser kêlgehên Binebawe û Mîran ên gaza xwezayî hatiye kirin, derketiye ku gazeke zêdetir di wan kêlgehan de heye.
Li gor beyannameya Kompanya Genel Energy ku pişta xwe bi lêkolîna nû ya Kompanya RPSê girêdide, yedeka gaza xwezayî ya wan herdû kêlgehan 14 trîlyon û 792 sêca-metrekup gaza xwezayî ye. Berî niha gaza xwezayî ya wan herdû kêlgehan bi 10 trîlyon û 160 milyar metrekup hatibû xemilandin.
Li gor wê lêkolînê, asta yedeka gaza xwezayî ya Kêlgeha Mîran ji sedî 78 zêdetir e ji wêya ku berî hatibû texmînkirin. Yedeka Kêlgeha Binebawe jî ji sedî 27 hatiye bilindkirin ku yek ji wan li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ye û ya din jî li sînorê parêzgeha Hewlêrê ye.
Roja Înê ji ber belavbûna wê nûçeya erênî bihayê pişkên Kompanya Genel Energy ji sedî 8.7 bilind bû û gehişte 130 pens bo her pişkekê. Genel Energy, kompanyayeke nîv Tirkî û nîv Brîtanî ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin