Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku peymana navokî ya bi Îranê re xeterdar e.
Haley da zanîn ku bo Îran bernameya navokî rawestîne bi mîlyaran dolar hatine dayîn, lê rejîma Tehranê ceribandina muşekên balistik, piştgirîya bo terorê û barkêşîya çekan didomîne.
Balyoza Amerîkî diyar kir ku Tehran li Yemenê piştgiriyê dide Husîyan û li Sûriyê jî alîkariya rejîma Esad dike.
Haley da zanîn ku NY, Îranê ser ceribandina muşekên balîstîk, firotina çekan û piştgiriya terorê hişyar dike, lê Îran gelek biryarên Civata Ewlekariyê binpê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin