Karbidestên dezgeha zanyarî ya Amerîka pesna qanûndaneran didin ku di dawiyê de rê dan programeke çavedêriyê ku gelek giftûgo li ser dihatin kirin.
Alîgirên mafên jiyana taybet, ew program bi tundî rexne dikirin ku ji nikare mafê welatiyên asayî biparêze.
Civata Senatoran roja Pêncşemê bi dengên nêzîkî du bi yek, beşa 702 ji Biryara Çavdêriya Zanyariya Bîyanî (FISA), bo 6 salên nû kir.
Civata Nûneran hefteya borî nûkirina wê programê pejirand. Çaverê ye ku Donald Trump wê yasayî roja Înê îmza bike û ew bibe qanûn.
Beşa 702 rê dide ajansên sîxuriya Amerîka ku peywendiyên elektronîkî û dijîtalî yên biyaniyan guhdarî bike. Peywendî bi rêka kompaniyên wek Facebook, Google û Verizon tên hinartin ku zanyariyan li ser armancên biyanî kom bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin