Terorîstên DIŞIê êrîşî ser gundekê devera Qeretepe kirin

5 kes bidîl girtine
کوردستان TV
100%

Welatiyek kuştin û 5 welatiyên din jî bidîl girtinel.

Di vê derbarê de jêderekî taybet ji dezgeha setelîta Kurdistan re ragihand ku şeva derbasbûyî hijmareke terorîstên DIŞIê êrîşî ser gundê cedîde ya ser bi devera Qeretepeyê kirine.

Heman jêder diyar kir ku di encama êrîşa han de welatiyeke medenî ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatiye kuştin û 5 welatiyên din jî ji aliyê terorîstan ve bidîl hatine girtin û bo devereke nediyar hatine veguhastin.

Ev êrîşa terorîstên DIŞIê piştî vê yekê hat ku di destpêka meha 12an ya sala 2017an Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî bi fermî ragihandibû ku li Îraqê DIŞI nemaye.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.