Endamê Parlamentoya Îranê Mehmûd Sadiqî ragihand ku Îran bi darê zorê derman bi xwepêşenderên ku hatine girtin dide xwarin. Sadiqî got:”Hin xwepêşenderên ku di van demên dawî de têne girtin bûyerên ku di serê wan de derbas dibin ji malbatên xwe re dibêjin. Mixabin ji wan kesan çend kes hene ku ew bixwe ji malbatên xwe re îdîa dikin ku ‘Dewleta Îranê ji xêncî îşkenceyan bi darê zorê derman jî bi me didin xwarin.”
Wek tê zanîn beriya niha 9 girtiyên di hepsên Îranê de di hepsan de miribûn û Îran Îdîa dike ku girtî xwe dikûjin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin