Sûriye: Emê li balefirên Tirkiyeyê bidin

Sûriyeyê jî gef li Tirkiyeyê kir
کوردستان TV
100%

Feysal Mîqdad dibêje eger balefirên Tirkiyeyê sînorên asmanî yên Sûriyeyê derbas bikin vê wan bixin erdê.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand ku eger balafirên şer ên Tirkiyê derbasî nav xaka esmanî ya Sûriyê bibin ew ê balafir wê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve werin xistin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysal Mîqdad di derbarê gefên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê axifî û got her operasyoneke Tirkiyê ya li ser xaka Sûriyê wê weke êrişeke were qebûlkirin. Mîkdad herwiha got, ‘Eger balafirên şer ên Tirkiyeyê midaxele bikin ew balafir wê ji aliyê sîstema parastina esmanî ya Sûriyê ve werin xistin.

Tirkiye ev heyameke amadekariyan bo êrişeke ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dike û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu îro ragihand ji bo ku ew balafiran jî bikar bînin, bi Îran û Rûsyayê re diaxivin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.