Çavûşoglu: Emê derbasî Efrînê bibin

wezîrê derve yê Tirkiyeyê dibêje emê bikevin Efrînê
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu ragihand, ewê êrişî Efrîn bikin û baweriya wan jî bi Amerîka nemaye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser operasyona Efrînê axivî û ragihand, Tirkiye dê derbasî Minbic û Efrînê bibe.

Mevlûd Çavûşoglu her wiha da xuyakirin ku ew êdî li hêviya sozên Amerîka namînin, ji ber ku heya niha Amerîka sozên xwe yên derbarê Minbic û Reqayê de bicîh nehaniye.

Navhatî diyar kir, ku Tirkiya û Amerîka di NATO de hevpeymanên hev in, lê Amerîka li Sûriyê kiryarên li dijî wê hevpeymaniyê dike.

Wezîrê derve yê Tirkiyê tekez kir, ku ew ne li dijî gelê kurd in, lê şerê wan li dijî PKK û PYD ye û got, em qebûl nakin PYD beşdarî civîna Soçî bibe, lê kurdên ji derveyî PYDê dê beşdarî wê civînê bibin, ji ber vê yekê jî nabe Mosko li dijî operasyona Efrînê derkeve.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.