Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon peyameka nivîskî li ser damezrandina artêş an hêzeka sînôrî ku ji 30 hezar kesî çêdibe û Tirkiye nerazîbûna xwe li hemberê vê kiryarê beyan dike, belav kir.
Wezaret ragihand ku ew dewam dikin,hêzên herêmî perwerde dikin. Di peyamê de weha got: “Ew hêzên ku em perwerde didin wan ne artêşe û ne jî hêza sînor e.”
Pentagon weha dewam dike: Hêzên ku em wan perwerde dikin wê di parastina wan kesên ku malên xwe ter dikin, ewlekariyan bike û dema DIŞI ji nû de derê holê, wê di têkoşîna li dijî wan de bê bikaranîn.
Wezaret di beyanê de got ku ew endîşeyên Tirkiyê baş dizanin, wê li hemberê Tirkiyê zelal bin û li dijî terorê bi Tirkiyê re bin.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin