Li girtîgeheke Fransayê serhildanê destpê kir

girtî naxwazên vegerên cêyên xwe
کوردستان TV
100%

 Zêdetirî 120 mehkûmî navegerin hicreyên xwe.

Li girtîgeha Fleury-Merogis ya ku dikeve başûrê Parîsa payîtexta Fransayê serhildan derket. Zêdetirî 120 mehkûman navegerin hicreyên xwe û hat ragihandin ku polîsan operasyon daye destpê kirin.

Kanala BFMTV ragihand ku 123 mehkûmên li Fleury-Merogis red dikin ku vegerin hicreyên xwe û li ser vê yekê jî polîsan operasyon daye destpê kirin.

Birêveberiya girtîgehê diyarkir ku bûyeren şîdetê nehatine jiyîn lê hîn mehkûman daxwaziyeke xwe ne ragihandine.

Ji hêla din ve li heman girtîgehê roja duşembê bi sedan gerdeyan, ji ber, çalakiyên şidetê yên mehkûman yên li hember wan, kêmasiya xebatkaran û kêmasiyên yasayî ku bi cîhadîstên kevn re dernakevin serî çalakiya protestoyê li darxistibûn. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî gerdeyanan jî kiribû.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.