Di civînê de behsa rewşa Îraqê hate kirin.
Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya kesayetiyê siyasî û rewşenbîrê navdar yê Îraqê Ezet Şabender kir.
Di civînê de behsa rewşa Îraq û deverê û pêşeroja têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û her du alî nêrînên xwe derbarê pêşhatên siyasî yên prosesa siyasiya Îraqê de anîn ziman.
Di berdewamiya civîna han de behsa pêşeroja prosesa siyasiya Îraqê jî hate kirin.
Di beşeke din ya vê civîna han de Şabender tekez li ser girîngiya rola Serok Barzanî bo yek alî kirina kêşeyan kiriye û aniye ziman ku bo pêşeroja prosesa siyasiya Îraqê rola Serok Barzanî gelek girîng û bibandore.
Şabender herwiha tekez li ser vê yekê kiriye ku li cem aliyên siyasî yên Îraqê de xwesteka berfiretir kirina têkiliyan li gel Kurdistanê heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin