Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) Brahîm Biro ragihand ku ew li dijî operasyona Efrînê ne.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) Brahîm Biro di axaftina xwe ya K24ê de ji bo operasyona leşkerî ya Efrînê got: "Tirkiye an jî hêzeke din kî dibe bila bibe em li dijî êrişa Efrînê ne."
Brahîm Biro di berdewamiya axaftina got: "Nabe li hemberî Efrînê operasyona leşkerî were lidarxistin û ji bo vê me bangî banka Enqere û Moskowayê kir. Bila PKK û artêşa Tirkiyeyê Rojava nekin qada şer."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin