Rojnameya amerîkî ya New York Timesê ji bo Hêzên Ewlekariya Sînoran a ku Hevpeymaniya Navdewletî dê wê perwerde bike û encamên wê raportek amade kir û tê de diyar kir ku pispor dibêjin, "ev hêz dê bibin destpêke şerekî mezin". Herwiha pispor Joshua M. Landisî teqez kir ku Amerîka dixwaze dewleteke kurdî ava bike.
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DIŞIê ya ku Amerîka pêşengiya wê dike ragihand ku dê hêzeke nû ya girêdayî HSDê ava bike da ku sînoran biparêze ku ew hêz dê ji 30 hezar leşkerî pêk were û ev jî bu sedema bertekên Sûriye û Tirkiyeyê.
Rojnameya New York Timesê derbarê vê hêzê de û encamên wê de nivîsek weşand û tê de wiha got:"Ev raport(damezirandina Hêzên Ewlekarıya Sînoran) dê Tirkiyeyê gelekî nîgeran bike ku wan hêzan wek 'artêşa terorîstan' bi nav kir û herwiha diyar kir ku ev plan dê Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esadî jî hêrs bike ji ber dê bibe sedem ku welatê wî hîn bêtir perçe bibe."
Rojnameyê bi pispor û analîstên stratejîk re axivî û ragihand ku ew dibêjin, ev plan dê "şerekî mezin" ê rasteqîn li Sûriyeyê bide destpêkirin.
Pisporê Lêkolînên Rojhilata Navîn Andrew J. Tabler got, "ev hêz piştrast dikin ku DIŞI têk çûye û mercên ku careke din vegere ji holê rabûn û dê qet destûrê nedê ku careke din derkeve holê."
Tablerî wiha got, "ev hêz nayê wê wateyê ku Kurdistan were damezirandin an jî herêmeke kurdî ya demdirêj were damezirandin lê ev dê bibe provokasyonek ku şerî gurtir bike û Amerîka niha vî tiştî dixwaze."
Pisporê Karûbarên Sûriyeyê yê li Zanînegha Oklahmoyê ya Amerîkayê Joshua M. Landisî teqez kir ku "Amerîka piştgiriyê didê ku dewleteke kurdî ya serbixwe li bakurê Firatê were damezirandin da ku Washington bikare zeviyên petrol, gaz û elektirîkê yên li wê herêmê kontrol bike.
Landisî di berdewamiyê de wiha got: "Dewleteke kurdî di bi awayekî defakto çêbibe û Amerîka dê hewl bide piştgirî, parastin û alîkariya malî jê re dabîn bike."
Berpirsyarê kurdî Ebdulkerîm Omer derbarê mijarê de wiha got: "Divê ku Sûriye wek Amerîka û Rûsyayê federal û yekgirtî be."
Di dawiyê de, New York Timesê hinej daxuyaniyên rayedarên istixbaratê ragihandin ku wan jî teqez kir ku ev hêz(ên ewlekariya sînoran ku Amerîka wan perwerde dike) dê "teqîneke rasteqîn di şerê Sûriyeyê de pêk bîne, ji ber vê carê şer dê zelal be û dê şerê artêşan be, ne ku artêşek şerê çend komên rêxistinên terorîst bike."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin