Kovara Focus a Almanyayê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Almanyayê li dijî çend îraniyên ku derheqê Îsraîl û cemaeta yahudî de xebatên îstîxbaratî dikirin operasyon lidar xist. Li gorî kovara Focusê, di serdegirtina mal û avahiyan de 10 kesên ku hatine girtin endamên taybet ên Hêza Qudsa Artêşa Îranê ne û di kategoriya pir bi xetere de hatine tesnîfkirin.
Dozgerîyê di destûrnameya xwe ya lêgerîna malan de tabîra ‘endamên gumanbar ê Hêza Qudsê' jî bikar aniye. Focusê di berdewamiya raporta xwe de ragihand ku Hêza Qudsê bi alîkariya Saziya Îstîxbaratî ya Îranê Vevak û rêxistina Hemasê tîmên suîqestê amade dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin