Li Tirkiyeyê gelek şîrketên mezin ên kureyî di nava tevgerê de ne. Ev şîrketên ku pêşiyê kargehên xwe, paşê jî markayên xwe digirin, niha jî yek bi yek operasyonên xwe yên li Tirkiyeyê bi dawî dikin.
Li gorî rojnameya Dunyayê di nava 2 salên dawiyê de markaya hollandayî C&A, şîrketên îngilîz River Island ve Top Shop, şîrketa kozmetîk a almanî Douglas, markaya bincil a kanadayî La Senza û şîrketa mezin a îngilîz Debenhams biryar girt ku ji Tirkiyeyê derkevin. Markaya Mango ya îspanyayî jî kargeha xwe ya pêşîn a li Tirkiyeyê girt.
Pêvajoya derketina ji Tirkiyeyê piştî şîrketên perakende bi înternetê û teknolojiyên mobîlê berdewam kir. Herî dawiyê şîrketa kanadayî ya navdar SOTI Inc di derbarê Tirkiyeyê de biryarek wergirt. Li gorî vê biryarê şîrketa SOTIyê veberhênanên xwe yên li Tirkiyeyê dan rawestandin û li şuna Tirkiyeyê dê derbasî Mîrnişîniyên Ereb ên Yekgirtû bibe.
Şîrketa SOTIyê di ser Tirkiyeyê re zêdetirî 12 welat bi rêve dibir û bi zêdetirî 90 şîrketên telekomunîkasyonê yên wekî Samsung, Lenovo, LG, Sony û Huaweiyê re hevkariyê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin