YPG′ê Ii nêzî bajaroka Sirînê operasyoneke taybet pêk anîn û hejmarek terorîstên DIŞIê yên biyanî girtin.
Şevê din YPG′ê li ser riya bajaroka Sirînê û gundê Ibêdat ê dikeve başûrê Kantona Kobanê, operasyoneke taybet pêk anîn. Di encamê de şervanan 10 çeteyên DIŞI′ê (piraniya wan biyanî ne) ku dixwestin di bajarê Ezazê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk re derbasê Tirkiyeyê bibin, girtin.
Dîmenên girtina çeteyan gihîştin ajansa me. Di dîmenan de diyar dibe ku çeteyan bi riya erebeyên veguhestina mazotê ji cihekî diçûn cihekî. Li gel çeteyan rextên bombeyî, hin belge û hejmarek telefonên destan hatin dîtin.
Operasyona şervanan nêzî saetekê dom kir û navên çeteyên ku hatin girtin wiha ne, ″Hewas Ferhan El-Şimerî (Ebû Xazî) yê Iraqî, Ebdulnasir Bin Mesûd (Ebû Welîd) ê Mexribî, Feysel Ecac El-Inizî yê Siûdî, Fehid Meqbûl El-Harisî (Ebû Tirkî El-Cezrawî) yê Siûdî, Umer Hisên (Emûrî) yê Iraqî, Emar Salih Sirûr (Ebû Hesen El-Tedmurî) yê Sûrî, Xalid Silêman El-Qelab (Selîm El-Qelab) ê Sûrî, Ednan Sirûr (Ebû Ebdulrehman El-Ensarî) yê Sûrî, Lavî Semîr (Ebû Ibrahîm) û Elî Hisên ê Iraqî″.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin