Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û Wezîra Derve ya Kanada Chrystia Freeland, bo zextên li ser Koreya Bakur zêdetir bibin, karbidestên 20 welat anîn ba hevdu.
Tillerson diyar kir ku bo Koreya Bakur were ser maseya danûstandinan divê zextên bi toleyan bidomin.
Wezîrê Amerîkî da zanîn ku divê Koreya Bakur nikaribe piştgirîya di navbera hevalbendan de hilweşîne.
Çîn û Rûsya dîyar dikin ku bo Koreya Bakur bernameya navokî bi dawî bike divê Amerîka û Koreya Başûr hîndarîyên xwe yên li herêmê bi dawî bikin.
Tillerson careke din pêşnîyaza herdu dewletan red kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin