Du partiyên Katalonya dixwazin ku Puigdemont jinûve bibe Serok

xebatên bo ava kirina hikûmetê didomin
کوردستان TV
100%

Li Katalonya, piştî hilbijartinên pêşwext xebatên bo avakirina hikûmeta nû didomoin.

Du partiyên serxwebûna Katalonya dixwazin bi daxuyaniyeke hevpar ragihand ku ew dixwazin serokê berê Carles Puigdemont jinûve bibe serokê hikûmetê.

Partiya Çep ya Komarî ya Katolonya û Partiya Yekîtîya bo Katalonya dîyar kir ku wan bo Serok bûna Puigdemont li hev kiriye.

Puigdemont li Brukselê ye û hikûmeta Madrîdê dide zanîn ku ew jinûve nikare bibe Serokê hikûmetê.

Madrîd dîyar dike ku ger partîyên Katalonya bo Puigdemont israr bikin ewê xweserîya herêma Katalonya rawestîni.

Ger Puigdemont vegere Îspanya, li ber e ku were girtin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.