Mekteb siyasiya PDKê û çend dezgehên din peyamên pîrozbayî pêşkêş kirin.
Bi minasebeta 19 saliya damezrandina Kurdistantvê( bi navê nû dezgeha setelîta Kurdistan) mekbet siyasiya partiya demokrata Kurdistanê û çend dezgeh û kesayetiyên din peyamên pîrozbayî pêşkêşî birêvebir û stafa giştî ya Kurdistantvê kirin.
Her yek ji mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê, dezgeha rewşenbîriya PDKê Serokkomarê Îraqê peyamên pîrozbayî pêşkêş kirin.
Di wan peyaman de hatiye nivîsandin ku Kurdistantvê di temena kar û çalakiyên xwe yên mîdyayî de dîngeke sereke bûye bo diyar kirina hizrên netewî û nîştimanî û herwiha diyarkera xwestekên netewî ya gelê Kurdistanê û ziman halê doza reva ya gelê Kurdistanê bûye.
Di wan peyaman de hatiye nivîsandin ku Kurdistantvê di 19 salên xebat û temena xwe de hertim weke kanal û dezgeheke çapemeniya Kurdî bi pîşeyî û awayekî rastîn erkên xwe bicîh aniye û çavkaniyeke bawermend bûye û raya giştî û hertim parêzerê maf û rêçikên karê mîdyayî û rojnamegeriyê bûye.
Di berdewamiya peyaman de behsa vê yekê hatiye kirin ku Kurdistantvê di temena kar kirina xwe de kariye bo awayekî pîşeyî xizmeta çapemenî û mîdyaya Kurdî bike û kariye di vê warê de gavên gelek girîng bavêje.
Kurdistantv hertim sekoya azadîxwazî û azadiyê bûye û di vê çarçoveyê de jî kariye xizmetên gelek baş pêşkêş bike û di warê pêgehandina rojnameger û mîdyakarên Kurd de jî roleke sereke lîstiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin