Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Brîtanyayê li Îraqê John Wilks û Martin War konsulê giştiyê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.
Pêşhatên siyasî, danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybetî danûstanidnên vê dawiyê di navebra şandeya Herêma Kurdistan û şandeya hikûmeta Îraqa Federal, di civînê de hatin behis kirin û tekîd li ser pêwîstiya berdewamiya diyaloga Hewlêr û Bexdayê li ser astên cuda ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û avêtina gavan ber bi afirandina atmosferekî minasib ji bona danûstandin li ser tev pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dest pê bikin.
Balyozê Brîtanyayê got ku ew dê bi cidî lêbixebitin hemû arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bibin û niha atmosferekî minasib ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye.
Şandeya mêvan careke din Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê vexwaand ku di demek nêzîk de serdana wî welatî bike.
Rewşa herêmî, rewşa herêma Kurdistan, hilbijartinên Îraq û yên Herêma Kurdistanê çend mijarên din yên civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin