Antonio Tajani rexne li Tirkiyeyê dike

parlementoya Ewrûpayê dibêje ew biryara han nayê qebûlkirin
کوردستان TV
100%

Serokê PE ser rakirina parlamenteriya Leyla Zana tirkiyê rexne dike

Serokê Parlamentoya Ewrupa Antonio Tajani ser rakirina parlamenterîya Leyla Zana got ku ‘’ne rêwa ye’’ û ‘’nayê qebûl kirin’’

Tajani bi bîr xist ku Parlamentoya Ewrupa di sala 1995’an de Xelata Sakharov bo azadiya beyanê ya Kurdan daye Leyla Zana.

Tajanî diyar kir ku ser binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyê ketîye fikaran û da zanîn ku bi taybetî jî li ser akademisyen, rojnamevanan zext heye.

Parlamentera Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Agirî Leyla Zana, hefteya borî piştî dengdana li meclîsa Tirkiyê hatibû rakirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.