Amerîkayê mûşekên MANPAD dan YPGê

bi wan mûşekan vê xwe ji êrîşên Tirkiyeyê biparêzin
کوردستان TV
100%

Li gorî nûçeya Al Masdar News a Îsraîlê ku bi erebî weşan dike û nûçeya xwe dispêrê agahiyên opozîsyona Sûriyê, Amerîka bi YPGê re peymaneke veşartî çêkiriye û bi vê peymanê mûşekên MANPAD ji şervanên kurd re şandine.

Li gorî agahiyan Mûşekên MANPAD gihiştine ber destê kurdên li Efrînê.

Di nûçeyê de tê gotin ku peymana veşartî bêyî hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DIŞIê hatiye kirin.

Herwaha hat gotin ku hêzên Kurd ên Efrînê dê van mûşekan ji bo xweparastina êrîşên Tirkiyeyê bikar bînin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.