Hevpeymaniya Ebadî û heşda şebî têk çû

Heşda şebî û Ebadî li ser postan li hev nekir
کوردستان TV
100%

8 grûpên Heşda Şebî ji hevpeymaniya Ebadî vekişiyan

Hat zanîn ku 8 grûpên Heşda Şebî ji hevpeymaniya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî vekişiyane.

Li gorî medyaya Iraqî, 9 pêkhate ji hevpeymaniya Nesrî, ya ku ji aliyê Ebadî ve bo hilbijartinan hatiye avakirin, vekişiyane ku 8 ji wan grûpên Heşda Şebî ne.

Ebadî roja 14 vê mehê rêkeftina navbera hevpeymaniyên şîe yên Nesr û Feth kir û navê tifaqa nû jî kir Nesrî. Tifaqa han bo hilbijartinên giştî yên Iraqê ye.

Grûpên ku ji tifaqa Nesrî vekişiyane, ragihandine ku ji ber tevlîbûna serokê bizava Hîkme Emar Hekîm di nav wê tifaqê de vekişiyane.

Hevpeymaniya Nesr ya Ebadî bû û hevpeymaniya Feth jî ya serokê Heşda Şeibî Hadî Amirî bû. Serokê tifaqa nû ya navbera Nesr û Feth (Nesrî), Heyder Ebadî ye.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.