Dixwestin li ser sedemên mirina binçav kiriyan lêkolînan bikin.
Zêdetir ji 40 endamên Parlemantoya Îranê di nameyekê de daxwaza lêkolînê ji bo sedemên mirina hejmarek ji girtiyên du heftiyên derbasbûyî de dikin.
Endamê Perlemana Îranê Mehmûd Sadiqî eşkere kir, zêdetir ji 40 endamên Parlemantoyê di nameyekê de ji bo Serokê Perlemantoya Îranê Elî Larîcanî de daxwaz kirin ku tîmeke serbixwe ji bo lêkolîna sedema mirina wan kesên girtî bike, ku du heftiyên derbasbûyî de di xwepêşandanan de hatibûn girtin bike.
Di heyama du heftiyên derbasbûyî de herî kêm pênc kes jiyana xwe ji dest dan û ew kesên ku di nava xwepêşandanan de hatibûn girtin di zindanan de mirin û yek ji wan kesan jî Kurd e û ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye.
Nûnerê Tehranê li Perlemantoya Îranê Mehmûd Sadiqî li ser twetterê aşkere kiribû, ku ji destpêka xwepêşandanan ve heya niha, hêzên ewlekariyê 3 hezar û 700 kes desteser kirine.
Li gor nûçeyeke rojnameya Ingilîzî Guardian jî, li girtîgeha Evîn li taranê sê girtî di bin eşkenceyan de hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin