Li bajarê Urmiyê yê rojhilatê Kurdistanê hunermendê kurd Peyman Mîrzazade bi hinceta ku stranên siyasî gotiye, hat girtin.
Peyman Mîrzazade ku ji gundê Gengeçînê yê Urmiyê ye, 18 Kanûna 2017an bi sedema ku stranên siyasî gotine û alîgiriya partiyên kurd kiriye, hatibû binçavkirin.
Herwiha hat zanîn ku Peyman bi hinceta ku daxwaza vejandin û parastina gola Urmiyê kiribû, ji aliyê îstixbarata Îranê ve gef lê hatibû xwarin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin