Sê saziyên cîhanî (UNESCO, ISESCO û Farabî) îro li paytexta Îranê Tehranê 3 xelatên navnetewî pêşkêşî mamosteyê navdar ê edebiyat û dîrokê Mihemed Elî Qeredaxî dikin.
Nivîskar Mihemed Elî Qeredaxî ku ji bajarê Silêmaniyê ye û endamê Akademiya Kurdistanê ye ji aliyê rêxistinên UNESCO, ISESCO û Farabî ve wek lêkolînerê herî baş di cîhanê de ye di warê nivîsîna bi kurdî de tê xelatkirin.
Nivîskar Mihemed Elî Qeredaxî zêdetir ji 65 pirtûk û 500 lêkolîn li Kurdistan, Iraq û cîhanê belav kirine, ev çend sal e jî li Bexdayê xwendekarê mamoste û zanayê kurd ê mezin Mela Ebdilkerîm Muderis bûye û di lêkolînên Muderis de jî alîkar bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin