Ebadî zextan li xelk û hikûmeta Kurdistanê dike.
Endamê komîteya têkiliyên derve ya parlementoya Îraqê Mîsal Alosî diyar kir ku tişta niha Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî li dijî gelê Kurd dike, heman tişte ku di demê xwe de Sedam jî kiribû.
Mîsal Alosî herwiha anî ziman ku ew tedbîrên ku bi fermana Ebadî piştî referandumê li hember Kurdistanê hatine stendin, ne yasayî û dîktatoranen.
Alosî diyar kir ku lazime kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de bêyî destwerdana welatên din bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin