Ruhanî bo Amerîkayê: Hûn bi ser neketin

Serokkomarê Îranê henekan bi Serokê Amerîkayê dike
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî ragihand ku Amerîka di têkdana peymana bernameya nukleerî de bi ser neketiye û peyman wekî serkeftina temendirêj a Îranê nirxand.

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî bersiv da biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ‘cara dawî' muafîyeta dorpêçên ser Îranê yên di çarçoveya bernameya nukleerî de dirêj dike û got, "Amerîka di têkdana peymana nukleerî de bi ser ket."

Amerîkayê muafîyeta dorpêçan a peymana nukleerî ya di sala 2015an de ji aliyê welatên P5+1 (Brîtanya, Fransa, Çîn, Amerîka) û Îranê ve hatibû îmzekirin 120 rojan dirêj kiribû.

Herwiha hatibû ragihandin ku ger heta 120 rojan kêmasiyên peymanê neyên temamkirin, dê Amerîka bi awayekî yekalî ji peymanê vekişe.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.