Endamê Komîteya Danûstendinên Sûriyeyê Hadi el Bahra ragihand ku muxalifên Sûriyeyî amade ne ku di dema herî nêz û guncaw de danûstendinên rasterast bikin.
Bahra ji Sputnikê re axivî û diyar kir, "Muxalif ji 2014an ve li Cenevreyê bêyî pêşşert danûstendinan bikin. Sala 2014an danûstendinên me yên rasterast çêbûn û paşê hate rawestandin. Niha bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re danûstendin dihatin kirin lê rasterast bi Şamê re mimkûn nebû. Em dixwazin di demeke nêz û guncaw de rasterast pêk bînin."
Bahra diyar kir ku muxalifên Sûriyeyê li bende ne ku li Cenevreyê danûstendin pêk bên, "Lê mixabin rejîm daxwaza danûstendinan red ki. Ger rejîm amade be û Rûsya jî bi awayekî erênî rol bilîze tevlî mijarê bibe, em amade ne."
Bahra, "Erebistana Siûdî, ji bo ku muxalifan di bin şandekê de bicivîne Konferansa Riyad-2 lidar bixe pir pir hewil da. Bi saya vê yekê muxalifên cuda di bin sîwanekê de ne. Erebistana Siûdî ji bo pêşdebirina pêvajoya siyasî roleke erênî dilîze."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin