Sûriye: Lazime hêzên Tirkiyeyê derkevin

Sûriye dibêje ew hêzên han rewşê aloztir dikin
کوردستان TV
100%

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Faysal Mekdad ragihand ku Tirkiye neçar e ku hêzên xwe vekişîne.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Faysal Mekdad ji Sputnikê re di derbarê hebûna leşkerên Tirkiyê ya li Sûriyê de axivî û got ev yek êrişkariye û divê Tirkiye hêzên xwe vekişîne. Mekdad wiha axivî: “Em ji Tirkiyeyê daxwaz dikin ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û destwerdanê di nav karên navxweyî yên Sûriyê de neke.”

Mekdad di derbarê baregehên leşkerî yên Amerîkayê de jî wiha got, “Em li dijî hebûna hemû hêzên biyanî ne li ser xaka Sûriyê.”

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.