Hat diyarkirin ku ji Rêxistina Bedrê, Encûmena Bilind a Îslamî, Esayîb Ehlî Heq û beşeke Heşda Şeibî Hevpeymaniya Fetih tê damezirandin û ev alî dê li ser navê vê hevpeymaniyê beşdarî hilbijartinên li Iraqê bibin.
Li gorî nûçeyeke Rûdawê Serkirdeyê Hevpeymaniya Fetihê Amir Fayiz diyar kir ku ew dê di demeke nêzîk de bi awayekî fermî di bin serokayetiya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedrê Hadî Amîr de Hevpeymana Fetihê rabigihîne û anî ziman ku piraniya hêzên Heşda Şeibî û 15 partiyên siyasî di nava xwe dihewîne.
Herwisa di nav hevpeymanê de Rêxistina Bedrê, Esayib Ehlî Heq, Encûmena Bilind a Îslamî, Mezinkirina Edalet û Wehdeyê, Mezinkirina Iraqa Serbixwe, Tevgera Wefa û Guhertinê û hinek aliyên din ên siyasî cih digirin.
Li gorî nûçeyê Berdevkê Esayib Ehlî Heq Neîm Ebûd jî destnîşan kir ku Hevpeymaniya Fetihê dê bibe yek ji tevgerên herî mezin, ku ji aliye Heşda Şeibî ve hatiye damezirandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin