Li Festîwala Fîlman ya Triesteyê filmên li ser Kurdistanê dê bên nîşandan

vê çend fîlm li ser Kurdistanê jî werin nimayîşkirin
کوردستان TV
100%

Li Bajarê Triesteyê yê Îtalyayê Festîwala Fîlman ya Navneteweyî ya 29. dê bê pêkanîn.

Li Bajarê Triesteyê yê Îtalyayê Festîwala Fîlman ya Navneteweyî ya 29. dê bê pêkanîn. Fîlm dê di rojên 19-28ê Kanûna Paşiyê de bêne nîşandan.

Di festîwalê de fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm dê bêne nîşandan.

Di festîwalê de fîlmên anîmasyon, Art & Sound(deng û hûner), fîlmên li ser giyanê serhildêr yê nifşê 68ê û fîlmên li ser Kurdistanê dê bêne nîşandan.

Fîlamê destpêkê dê sîlmê Sympathy for the Devil (Sempatîya ji Şeytanî re) ya Jean-Luc Godardî be.

Fîlmê Behman Gobadîyî ya bi navê Alaya Bêwelat (A Flag Without Country) jî dê bê nîşandan. Bûyerên di fîlmî de li Kurdistana Iraqê diqewimin.

Fîlmê Keçên Agirî(Filles du Feu) ya derhênerê fransî, Stéphane Breton ku di sala 2017ê de hatiye çêkirin dê bê nîşandan.

Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.