Rojnameyeka Amerîkî dibêje, hikûmeta Iraqê xalên Destûrê yên girêdayî mafên gelê Kurdistanê ne, binpê dike û siyasetek xirab li hember Herêma Kurdistanê bicîh tîne.
Rojnameya navdar ya Amerîkî, Washington Post, di raportekî de behsa siyaseta Bexdayê li hember gelê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê kiriye û ragihandiye, hikûmeta Iraqê di heyama çend salên borî de gelek caran Destûr binpê kir ji ber wê jî kurdên wî welatî daxwaza serxwebûnê kirin û roja 25 Îlona 2017 referandom pêk anîn.
Di raporta Washington Postê de hatiye gotin ku piştî referandomê jî hikûmeta Iraqê Destûrê binpê dike lê Amerîka û çend welatên din yên cîhanî, ruxmî dijbertiya referandomê, fişar xistine ser serokwezîrê Iraqê da ku mafên kurdan bide û Destûrê binpê neke.
Washington Postê daxwaz ji Amerîka kiriye pêşiya zordariya Iraqê li hemger kurdên Iraqê bigire û fişarê li Bexdayê bike bo bicîhanîna Destûrê.
Wê rojnameya Amerîkî daye xuyakirin ku hikûmeta Iraqê bûdceya Kurdistanê nade ev jî bi eşkere binpêkirina Destûrê ye, ji ber wê jî Herêma Kurdistanê neçar dimîne bi serê xwe petrolê bifroşe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin