Nûnerê Tehranê yê Parlamentoya Îranê Mehmûd Sadiqî li ser Twitter a xwe eşkere kiriye, ku ji destpêka xwepêşandanan heya niha, hêzên ewlehiyê 3700 kes desteser kirine.
Bi gotina wî perlemanterî heya niha jî hejmareke mezin ji xwendevanan di nav wan girtiyan de ne û niha ew bizavên xwe berdewam dike, ji bo bidestxistina hejmara dawî ya wan xwendevanên hatine girtin.
Daxuyaniyên wî perlemanterî di demekê de ne, ku ev bûn du hefte malbatên wan xwendevanên girtî li pêşiya zindana Êvîn grewê de ne û hejmara wan xwendevanên ku di rojên derbasbûyî de, di bin îşkencê de jiyana xwe jidest dane, sê xwendevan in.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin